MARDÎN
Li gor agahiyan, der barê bûyera 3 rojan berê li ber derê Girtîgeha Mardînê pêk hatibû û tê de 3 zarok û 2 jî jin hatibûn kuştin de 10 kes hatin desteserkirin. Ev 10 kes bi telîmata Serdozgeriya Komarê sewqî Dadxaneya Mardînê hatin kirin û ji wan 7 kes hatin girtin.
Ji aliyê din ve, hat ragîhandin ku Walîtiya Mardînê der heqê bûyerê de dê daxuyaniyeka berfireh bide.