Piştî ku parlementerên Parlementoya Heyama 25emîn sond bixwin, pêvajoya hikûmetavakirinê wê dest pê bike.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kirin, piştî vê hefteyê rojeva meclisê zêde ye.
Parlementeran piştî ku mazbatayên xwe hildan wê werin Meclisê û qeyda xwe çêbikin.
Piştî ku LHBê encama hilbijartinê di TRTê de îlan kir, Meclis wê roja 5emîn di saet 15.00an de bicive û parlementer wê di vê civîna ewil de sond bixwin.
Di meclisê de emrê kê herî zêde be, ew ê serokatiya Meclisê bike û parlementer wê yek û yek bi rêzê sond bixwin. Parlementerên ku beşdarî merasima sondxwarina nabin, dema ku hatin meclisê wê sond bixwin. Li Meclisê parlementerê herî ciwan jî wê ji bo demekê bibe Katib.
Avakirina hikûmetê
Hilbijartin kuta bû. Di heyama pêş me da li Tirkiyeyê an hikûmeta koalîsyonê wê ava bibe, an hikûmeta kêmjimar an jî wê cardin hilbijartina giştî çêbibe.
Êdî xebatên hikûmetavakirinê jî wê lez û beztir bibin. Divê Serokwezîr Ahmet Davutoglu îstifaya Lijneya Wezîran pêşkêşî Serokomar bike. Serokomar wê bibêje ku heta hikûmeta nû ava bibe, bila hikûmeta niha wezîfeya xwe bidomîne.
Li gor Makezagonê parlementerê kîjan partiyê herî zêde be, divê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan rayeyê bide serokê giştî yê wê partiyê an jî rayeyê bide endamekî wê partiyê da ku hikûmeta 63yemîn ava bike. Serokê wê partiyê an jî endamê wê partiyê divê di nav 45 rojan de hikûmeta nû ava bike.
Hikûmeteke nû ji bo ku reya pêbaweriyê bistîne, divê herî kêm 276 parlementerên wê hebin. Ji ber ku partiya Serokê Giştî yê AK Partiyê Davutoglu di hilbijartinê de ew qas parlementer qazanc nekir, hikûmeta koalîsyonê wê were rojevê. Davutoglu di vê çarçoveyê de wê bi her sê partiyên din re hevdîtinan bike. Heke ku Davutoglu nikaribe hikûmetê ava bike, Serokomar wê cardin bikaribe ji bo hikûmetavakirinê yekî din wezîfedar bike.
Heke Lijneya Wezîran reya pêbaweriyê hilnede an jî bi reya pênebaweriyê ve bikeve û di nav 45 rojan de Lijneya Wezîran ya nû çênebe an jî çêbibe lê reya pêbaweriyê hilnede; Serokomar wê bi Serokê Meclisê re bişêwire û biryarê bide ku hilbijartin cardin werin kirin.
Li gor Makezagonê, dema biryar hat dayîn ku hilbijartin wê cardin were kirin, Lijneya Wezîran wê vekişe û Serokomar ji bo ku Lijneya Wezîran ya berwext ava bike, wê Serokwezîrekî tayîn bike.
Ji bo Lijneya Wezîran wê wezîrên Dad, Karên Navxweyî û Gîhandinê ji Meclisê an jî ji kesên serbixwe yên ku neketine meclisê wê li gor rêjeya partiyan were hildan.
Serokê TBMMê endamên ku wê ji grûbên partiyên siyasî werin hildan tesbît bike û ragihîne Serokwezîr.
Lijneya Wezîran ya berwext heta ku hilbijartin xilas bibe û Meclisa nû ava bibe, wê wezîfeyê bike.