Alîkarê Serokwezîr Akdogan wiha got: "Talûkeya sereke ew e ku HDPyê derdixin pêş. Cara ewil e ku siyaset ewqasî di bin talûkeyê da ye. Rêxistinên terorê cara ewil e ku ewqasî tevlî meseleyê dibin."
Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan di TRT Haberê da di bernameya ku beşdar bû da pirsên der heqê rojevê da bersivand.
Akdogan destnîşan kir ku li dijî AK Partiyê zorê didin partiyên din ku bibin yek û wiha got: "Niha jî PKK, KCK, DHKP-C û çeteya paralel bi hev ra hereket dikin. Bifikirin, çeteya paralel û Rêxistina cihêxwaz bi hev ra tevdigerin. Heta do li herêmê reqabeta hev dikirin. Herî zêde çeteya paralel xwest pêvajoya çareseriyê sabote bike. Niha jî hevkariyê dikin. Ya rast her du jî dixwazin bibin alternatîf. Yanê KCK dixwaze li dijî dewletê tiştekî tesîs bike. Rêxistina paralel jî jixwe di nav dewletê da xwest pergalek ava bike. Niha jî ketine milê hev."
- "HDPyê zêde nedixwest bikeve nav vê hevkariyê"
Akdogan li ser pirsa "HDP çawa ket nav vê hevkariyê?" wiha xeberda: "Ev rêxistina paralel îqtidar û hikûmeteke xurt ji bo xwe wek asteng dibîne."
Akdogan diyar kir ku niha jî tev di nav tirsê da ne û dewam kir: "Hevî dikin ku AK Partî têk here û li Tirkiyeyê heyama koalîsyonan çêbe. Ji ber vê jî planên kaosê dikin."
Akdogan destnîşian kir ku di vê planê da zor dan HDPyê ku wek partî bikeve hilbijartinê û wiha xeberda: "HDPyiyan tu wextê bawer nedikirin ku bendê derbas bikin. Ji ber vê jî demeke dirêj e hewl didin ku benda hilbijartinê dakeve. Îradeya ku HDPyê wek partî kir hilbijartinê, hewl dide ku îqtidarê têk bibe. HDPyê zêde nedixwest bikeve nav vê hevkariyê. Ev koalîsyon li dijî HDPyê ye û neyarê pêvajoya çareseriyê ye. HDPyê çima plana kaosê qebûl kir? Çawa hêzên ku wesayetê dixwazin derkevin pêş, ev armanc di nav PKKyê da jî heye. PKK jî dixwaze tevlihevî çêbe, dibêjin hêza me ya çekan heye, benda derbas bikin wê hêza min a siyasî jî hebe, ez di nav vê tevliheviyê da xweserbûnê îlan bikim, kantonan îlan bikim. Wê pêvajoya çareseriyê biqede û ez ê armancên rêxistinê pêk bînim. Ji ber vê jî divê hikûmet tunebe û qeyran çêbe."
- "Li holê gurê di eyarê mêşinê da heye"
Akdogan diyar kir ku li holê HDP tuneye, rêxistin heye û wiha got: "HDP di bin wesayetê da ye. Lîsteya parlementeran bi destê Qendîlê tê amadekirin. Hesabê didin Qendîlê."
Akdogan diyar kir ku HDP tu wextê li gel gelê başûrê rojhilat nîne û wiha xeberda: "Talûkeya sereke ew e ku HDPyê derdixin pêş. Cara ewil e ku siyaset ewqasî di bin talûkeyê da ye. Rêxistinên terorê cara ewil e ku ewqasî tevlî meseleyê dibin. DHKP-Cyê pîroz dikin û pesnê PKKyê didin. Li holê gurê di eyarê mêşinê da heye."