TUNCELİ
Hat ragihandin, 9emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Temyîzê 6 sal û 3 meh cezayê hebsê yê ku bi hin "nûnertiya rêxistina terorê ya çekdar" dabûn Serokê Baroya Dêrsimê Yeşîltepe, pesend kir. Ceza bi hinceta ku Yeşîltepe endamê Partiya Komunîst Maoîst ya ku dereqanûnî ye, bi destê 4emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Meletiyê hat dayîn.
Alîkara Serokê Baroya Dêrsimê Eylem Cevahîrê li ber Adliyeyê daxuyanî da û got ku 9emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Temyîzê 6 sal û 3 meh cezayê hebsê yê ku bi sûcê "nûnertiya rêxistina terorê ya çekdar" dabûn Serokê Baroya Dêrsimê Yeşîltepe, pesend kir.