Li Diyarbekirê malbatên neyar li hev anîn.
Merasima lihevanînê li Serokatiya Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat kirin û 4 malbatên neyar li hev anîn.
Di axaftinên ku li ser navên malbatan hatin kirin da bal kişandin ser girîngiya aştiyê.
Hevseroka Bajêr a DBPyê Hafîze Îpekê yeko yeko sipasiya malbatan kir û got em îro ji bo karekî girîng û pîroz hatine cem hev.
Di merasima lihevanînê da ferdên malbatan di binê Qur'ana Pîroz da derbas bûn.