28 Sibat 2016•Rojanekirin: 29 Sibat 2016
ANKARA
Bangewaziya Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş ya li TBMMyê ku gotibû "ka em hemî bingehên hiqûqî yên cezayên îdamê rakin" rakirina qanûnên tetbîqkirina cezayên îdamên Adnan Menderes, Hasan Polatkan û Fatin Ruştu Zorlu herwiha yê Deniz Gezmiş û hevalên wî ku bi sedemên siyasî yê piştî darbeya 1980yî hatine îdamkirin û vegerandina îtibara kesên îdambûyî anî rojevê.
Numan Kurtulmuşê ku duh li TBMMyê axivî got, "Hê jî cezayên îdamê yên li Tirkiyeyê li ser TBMMyê weke deqeke reş dixuyên. Heger bi rastî îdama Adnan Menderes bi me nexweş be, cezayên îdamê yên 12ê îlonê bi me nexweş bin, cezaya îdamê ya Deniz Gezmiş bi me nexweş be, kerem bikin, em her çar partî, weke parlementoyê, em hemî bingehan hiqûqî yê cezayên îdamê rakin."
Ev gotinên Kurtulmuş, piştî temamî derxistina cezayê îdamê, di sala 2003an da ji pergala hiqûqa Tirkiyeyê, jikarxistina qanûnên der barê cezayên îdamê yên di arşîvên parlementoyê da anîn rojevê.
Jikarxistina van qanûnan wê bibe sedema îadeya îtibarê ji bo Menderes, Polatkan û Zorlu tevî van ji bo Deniz Gezmîş û hevalên wî yên ku piştî darbeya 1980î da îdam bibûn.
Îdama Menders, Polatka û Zorlu
Piştî yekemîn darbeyê ya 27ê gulana 1960î ku komek efserî li dijî Partiya Demokratê kiribû, TBMM û makezagon hatibû fesixkirin û hemî çalakiyên siyasî hatibûn rawestandin. Serokomarê wê demê Celal Bayar, Serokwezîr Adnan Menderes, endamên kabîneyê, parlementer, Sererkan û hinek wezîfedarên payebilind hatin binçavkirin. Piştî darizandina li Yassiadayê Wezîrê Karê Derva yê hingî Fatin Ruştu Zorlu, Wezîrê Darayî Hasan Polatkan di 16ê îlona 1961ê da, serokwezîr Menderes jî di 17ê îlona 1961ê da li Girava Îmraliyê hatin îdamkirin.
Di 5ê tîrmeha 1964ê da jî 2 leşker, Fermandarê Akademiya Cenga Bejayiyê Talat Aydemir û Fermandarê Yekîneya Siwaran Fethi Gurcan bi hinceta ku xwestine dest daynin ser rêveberiyê û hewl dane darbeyê bikin, hatin îdamkirin.
Îdamên piştî 12ê adarê
Piştî muxtiraya leşkeriya 12ê adara 1971ê jî înfaza îdamkirina 17 kesan hat tetbîqkirin. Di 6ê gulana 1972an da 3 xortên xwedî hizra çepgirî, endamê Artêşa Rizgarîxwaza Gelê Tirkiyeyê Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan hatin îdamkirin. Piştî îdamkirina Deniz Gezmişê 25 salî ku weke yek ji remza tevgera şoreşgerên tirk tê naskirin, heta darbeya leşkerî ya 12 îlona 1980î tu cezayên îdamê nehatin tetbîqkirin.
Darbeya leşkerî ya 12ê îlonê
Di serdema darbeya leşkerî ya 12 îlonê da, ji aliyê dadgeha rêveberiya awerte ve ji bo 517 gumanbarî cezayê îdamê hat dayîn. 124 ji wan biryarên cezayê îdamê ji aliyê Yargitaya Leşkerî ve hat erêkirin. Lê tenê înfaza 50 kesên ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî erê kir, hatin tetbîqkirin. Yên mayî jî cezayê wan kirin hepsa hetahetayî. Di vê serdemê da yekem kesê ku hat îdamkirin Necdet Adaliyê endamê Rêxistina Azadiyê bû. Kesê herî dawî ku hat îdamkirin jî Hidir Arslanê endamê Rêya Şoreşê bû. Hidir Arslan berî nuha bi 32 salan di 24ê tîrmeha 1984an da li Îzmirê hat îdamkirin.
Cezayê îdamê bi destbikarkirina qanûna "Jikarxistina Cezayê Kuştinê û guherînkariya di hinek qanûnan da" ya bi hejmara 5218ê di 21 tîrmeha 2004an da ji hiqûqa Tirkiyeyê hat derxistin. Herwiha îbareyên weke "îdam" û "cezayên kuştinê" ku di hinek qanûnan da man weke "cezayê hepskirina hetahetayî ya girankirî" hatin guhertin.