Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD) di çarçoveya bi Şewba Ebolayê rede melzemeyên tibî û derman şandin Gîne,Lîberyaû Sîerre Leoneyê û ji ber vê yekê jî li Balefirgeha Esenbogayê di beşa kargoyê de merasim hat lidarxistin û Arîkarê Serokwezîr Nûman Kûrtûlmûş di merasimê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Kûrtûlmûş li ser pirsa "Tirkiye ji bo ku Kobanê bibe wek berê dê piştgiriyeke çawa bide" got ku tekane welatê ku di rojên herî dijwar a Kobanêyê de digel wê cî girt Tirkiye bû.
Kûrtûlmûş qal kir ku hemû cîhan der barê Kobanêyê de diaxive û dibêje ku "ji aliyê stratejîk ve gelekî girîng e" û destnîşan kir ku Tirkiyeyê tenê di 19-21ê îlonê de di nav 3 rojan de deriyê xwe ji bo 197 hezar kurdên kobanêyî yên ku ji êrîşên DÎŞIyê reviyan re vekir.
Kûrtûlmûş bal kişand ku ev mînaka piştevaniyeke mûezzam e û wiha axivî: "Me hewl da ku çi derfeta ku ji destê me bê ji van mirovan re amade pêk bînin. Dema ev 197 hezar kes ji sînorên Tirkiyeyê derbas bûn tiliya yekî ji wan xwîn nebû. Tirkiye di nav atomsfera arîkarî û piştevaniyeke ev qas mezin de, di rewşeke ku hemû cîhanê temaşe dikir û ji televîzyonê bi awayekî zindî dilsojiya li Kobanêyê diweşand de, tenê temaşe nekir û ji sînorên xwe derbas bû û hemû birayên xwe yên kobanêyî di nav sînorên xwe de kir mêvan."
Kûrtûlmûş qal kir ku ji roja ewil ve did dibistana herêmê ya leylî de derfet pêşkêşî kesên ku ji Kobanêyê hatin kirin, ji wan re şorbe derxistin û Tirkiye bi hemû saziyên xwe re arîkariya Kobanêyê kir.
-"Em dixwazin ku di nav aştî û biratiyê de bijîn"
Kûrtûlmûş got "em dixwazin ku şerê navxweyî ya li Tirkiyeyê xilas be. em dixwazin ku li hemû herêmê alozî bi dawî bin. Em dixwazin ku hemû gelên li herêmê di nav aştî û biratiyê de bijîn." û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Ji bo vê çi ji destê me bê, em bikarin çi bikin, çawa ku me ji bo herêmên din kir, wekî ku me da gelê Kobanêyê, heta wekî piştgiriya ku me da êzdiyên ku ji herêma Şingalê reviyan û tirkmenan û me hişt ku demildest bên, em dê her rewşê de ji bo arîkariya gelên li herêmê çi ji destê me bê emê bikin. Ne tenê yên ku tên Tirkiyeyê, di heman demê de bi saya kampên ku me li derveyî sînorên xwe ava kirin, me hem ji bo arîkariya mirovên li Bakurê Sûriyeyê hem jî yên li Bakurê Iraqê çi ji destê me hat, me kir. Dema me vê kir jî me tu ferqûmehliyeke wekî 'kev kurd e, ev ereb e, ev tirkmen, ev sunî û ev şiî ye' nekir."
Kûrtûlmûş da zanîn ku jimara penaberên ku di nav 3 rojan de ji Kobanêyê hatin Tirkiyeyê, ji jimara penaberên ku parzemîna Ewropayê di sala 2013an de qebûl kir, zêdetir e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ji ber vê yekê em temaşe nakin, çi hewce dike em wê dikin. Li ku pirsgirêkeke mirovahiyê hebe, em hewl didin ku çareser bikin. Ji niha pê ve jî ne tenê ligel gelên me yên herêmê, em dê ligel hemû mirovên mexdûr û mezlûm ên cîhanê cî bigirin. Em dê pirsgirêkên wan çareser bikin. Gelê Kobanêyê dizane ku kengî bikevin tengasiyê em wek Tirkiye her dem ligel wan in."
Kûrtûlmûş li ser pirsa "Tirkiye dê ji bo jinûveavakirina Kobanêyê arîkariyê bide?" got ku "Pêvajo nû dest pê dike. Niha ji bo axaftina van tiştan hêj zû ye."