ŞIRNAK
Cinazeyê 2 endamên Huda-Parê yên ku li Hezexa navçeya Şirnexê bi destê HDPyiyan hatibûn kuştin, hatin definkirin.
Cinazeyên endamên Huda-Parê Muhammed Şerîf Şimşek (34) û Abdulcelîl Talayhan (38) piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî ya Mêrdînê teslimî malbatan kirin. Cinaze anîn gundê Kozlucayê û li goristana gund veşartin. Di dema veşartina cinazeyan da li dijî PKK, KCK û HDP dirûşme hatin berzkirin.
Wek mayîn konê teziyeyê hat vegirtin û cendirmeyan li gund tevdîrên ewlehiyê hildan.
Li gundê Kozlucaya Hezexê do di navbera koma HDPyê û endamên Huda Parê da şer derketibû. Di şer da ji koma HDPyê gule berdabûn û endamên Huda-Parê Muhammed Şerîf Şimşek (34) û Abdulcelîl Talayhan (38) miribûn.