TOKYO
Li Japonyayê bi lerza 7,8an erdhej çêbû.
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê eşkere kir ku erdhej berêvarê li giravên Ogasawarayê ya li Okyanûsa Pasîfîkê çêbû. Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê da zanîn ku erdheja bi lerza 7,8an bi qasî 900 kîlometro peravê paytext Tokyoyê çêbû.
Piştî erdhejê hişyariya tsûnamiyê nehat dayîn. Hat diyarkirin ku di erdhejê de tu kes nemir û tu xisar çênebû.
Japonya li xeta erdhej û volqanê de ya "Xala Agirîn a Pasîfîkê" cî digire. Li Japonyayê di 11ê adara 2011an de yek jî erdhejên mezin ên dîroka Japonyayê qewimîbû. Piştî erdheja bi lerza 9an û tsûnamiya piştî erdhejê 19 hezar kes miribûn, bi hezaran kes birîndar bibûn û li qeraxên bakurê rojhilatê welêt xisarên mezin çêbibûn.
Erdhej û tsûnamî di santrala nukleer a Fukuşimayê de bibû sedema jêçûna radyoaktîf û duyemîn bobelata nukleer a 25 sal piştî Çernobîlê. Sê reaktor heliyabûn û ji ber wê jêçûna radyasyonê çêbibû û loma jî 160 hezar kesên ku li herêmê dijiyan hatibûn tehliyekirin.