ADANA
Gîzem Akdenîza 6 salî ya ku pêr dema ku diya wê li bazarê bû winda bû, piyê wê girêdayî û mirî hat dîtin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bidestxist, Gîzem Akdenîza 6 salî li taxa Tellîdereyê ya navçeya Seyhanê dema ku diya wê li bazarê bû ji mal derket û cardin nehat dîtin. Li ser windabûna Gîzema 6 salî lêpirsîn hat destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de pismamê bavê wê S.A. (25) hat binçavkirin.
Li ser îfadeyên bersûc cinazeyê Gîzemê li herêma Ruzgarlitepeyê hat dîtin. Piyê wê girêdayî bûn û hatibû kêrkirin. Ji bo otopsiyê cinazeyê Gîzemê şandin Saziya Edlî Tibê.
S.A.yê kujerê Gîzemê hat binçavkirin. Hat îdiakirin ku S.A. dixwest bi xwişka Gîzemê re bizewice, lê malbatê destûra zewaca wan nedida û S.A. jî ji bo ku heyfa xwe bistîne ew kuşt.