Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) di Zagona Bingehîn a Perwerdeya Neteweyî û Hin Zagon û Biryarnameyên ku di Hukmê Zagonê de ne hin guherandin pêk anî. Li gor vê MEBê Zagona Guherandinê ya ku di xwe de verastkirinên der barê dersxaneyan jî dihewîne di 14ê adarê de di Rojnameya Fermî de belav kir û piştî vê qasî du hefte berê nexşerêya der barê dersxaneyên ku dê veguhezin dibistanên taybet û navendên etudê şande bajaran.
Li gorî agahiya ku ji peywirdarên wezaretê hat wergirtin piştî vê giştînameyê xebatên der barê mewzuata ku der heqê vê pêvajoya guhastinê de ye zêdetir bûn. Di vê çarçoveyê de civîna ewil a îstişareyê ya der barê amadekirina nexşerê û rêbaznameyeke nû de dê li Eskîşehirê were kirin. Midûrên Perwerdeya Bajêr, alîkarên midûr ên ku li beşa perwerdeya taybet dinêrin midûrên şaxan dê beşdarî civînê bibin.
Îstişareyên der barê veguhezînê dê li gel dersxane û saziyên civaka sivîl re hefteya bê jî bidomin. Bi vî hawî dê nêrîna eleqederan were stendin û amadehî dê bên qedandin.
Tê hêvîkirin ku di dawiya pêvajoyê de dersxane biguhezin dibistanan û bi vî hawî jî verastkirineke ku dê sektora dibistanan mezin û dorfirehtir bike, pêk were.