MANÎSA
Li texma Eynezê di madena komirê ya ku şirketeke taybet dixebitîne de ji ber trafoya ceyranê teqîn çêbû û agir derket.
Qeymeqamê Somayê Mehmet Bahattîn Atçi destnîşan kir ku di madena komirê ya ku şirketeke taybet dixebitîne de ji ber trafoya ceyranê teqîn çêbû û agir derket. Atçi diyar kir ku di madenê de nêzî 200-300 xebatkat mehsûr man, 20 xebatkar rakirin nexweşxaneyê û xebatkarek jî mir.
Parlementerê AK Partiyê yê Manîsayê Muzaffer Yurttaş destnîşan kir ku piştî bûyera li Somayê ku di madenê de agahî hat ku 20 xebatkar mirine, lê paşê hat hînkirin ku ev agahî xelet e, niha hejmara miriyan 3 kes e.
Li Somayê di ocaxa madenê de ji xebatkarên ku mehsûr mabûn, hin xebatkat hatin derxistin. Xebatên xilaskirinê didomin.