12 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2016
ANKARA
Civîna Ewlehiyê ya ku di bin serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu de li Qesra Çankayayê hat kirin bi dawî bû.
Civîna ku ji çapemeniyê re girtî hat kirin bi qasî saetekê dewam kir.
Di civîna ku Serokwezîr Davutoglu serokatiya wê kir de Alîkarê Serokwezîr Nûman Kûrtûlmuş, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Mûezzînoglu, Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Bînalî Yildirim, Parlementerê Stenbolê yê AK Partiyê û Şêwirmendê Serokwezîr Alî Sarikaya, Alîkarê Wezîrê Çand û Tûrîzmê Huseyîn Yayman, Misteşarê Serokwezîriyê Kemal Madenoglu, Misteşarê Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglû, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan û Misteşarê Wezareta Çand û Tûrîzmê Halûk Dûrsûn cih girtin.