İbrahim Atmaca
12 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Li Sûra navçeya Diyarbekirê li 6 taxan qedexeya derketina derva dewam dike. Li kuçeya Çîftexana taxa Dabanogluyê qedexeya derketina derve wê di navbera saet 14.30-16.30î da were rakirin.
Qaymeqamtiya Sûrê daxuyanî da û bi bîr xist ku ji 15 taxên navçeyê li taxên Cevatpaşa, Fatihpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaşê û bi mebesta pêkanîna pergala giştî, ji holêrakirina barîkat û dagirtina xendeqên nav kolanan û paqijkirina wan ji teqemeniyan, ji bo zirarnedîtina welatiyên sivîl di vê pêvajoyê da, ji seat 16:00ê 11ê berfanbarê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku li kuçeya Çîftexana taxa Dabanogluyê qedexe wê di navbera saet 14.30-16.30î da ji bo demeke berwext were rakirin.