Civîna Pêvajoya Çareseriyê ya ku di serokatiya Serokwezîr Ahmet Davutoglu da hat lidarxistin, xilas bû.
Civîn li Avahiya Navendê ya Serokwezîriyê bêyî çapemeniyê hat kirin û 3 saetan dewam kir.
Alîkarên Serokwezîr Bulent Arinç, Yalçin Akdogan û Nûman Kurtulmuş, Wezîrê Dadê Kenan Îpek, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Navxweyî Sebahattîn Ozturk, Wezîrê Parastina Millî Îsmet Yilmaz, Cîgirserokê Koma AK Partiyê Mahîr Unal, Misteşarê Serokwezîriyê Kemal Madenoglu, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan, Misteşarê Pergal û Ewlehiya Qamûyê Muhammed Dervîşoglu û Sermişawirê Serokwezîriyê Hatem Ete beşdarî civînê bûn.