BATMAN
Ciwanê batmanî Halat Şut (21) ku ji roja hatiye dinyayê vir ve organê wî yê cinsî di bin çerm de ye, dixwaze ameliyat bibe û bizewice.
Halat Şutê ku li taxa Çarşiyê rûdinê, ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku ji bo ameliyatê 50 hezar lîra lazim e û ji ber ku malbata wî feqîr e nikarin wî pereyî bidin.
Şut, da zanîn ku ji ber vê rewşê ji eskeriyê muaf hatiye girtin û wiha dewam kir:
"Doktorên ku ez çûm ser wan 50 hezar lîra ji min xwestin. Ji ber ku em hejar in em nikarin vî pereyî bidin. Ez dixwazim bizewicim û bibim xwedî zarok. Ji bo emeliyatê ez bendewarê xêrxwazan im. Ji ber ku organê min ê cinsî di bin çerm de ye ji paş ve dimîzim. Ji roja ez hatime dinyayê ve ev yek wisa ye."
Dayika wî Remziye Şut (45) jî diyar kir ku ji bilî mehaniya jinebîtiye tu hatiniya wan tuneye û halat bi kurçikekê ye û nexweşiya wî xisarê dide vê kurçika wî.
Remziye Şut, got ku 4 salan berê kurê xwe ji bo tedawiyê bire Ankarayê û wê demê ji bo ameliyatê 20 hezar lîra jê hate xwestin lê nikaribûn wî pereyî bidin. Remziye Şutê dupat kir ku ew bi xwe nikare kurê xwe tedawî bike û ji xêrxwazan alîkarî xwest.