MARDÎN
Hat îdia kirin ku ji ber birîna cêranê li nexweşxaneya Dewletê ya Kiziltepeyê xizmetên tenturistiyê nehatin bicîh kirin.
Komelaya Mafên Mirovan a Şaxa Mêrdînê daxuyand ku, bi taybetî di mehên havînê de ceyran hat birîn û navenda sarkirinê ya nexweşxaneyê nexebitî. Ji ber vê yekê muretebatên nexweşxaneyê di bin şert û mercên nebaş de xebitîn. Hat diyar kirin ku rewşa nexweşan jî nebaş bû. Komelayê diyar kir ku ji ber birîna ceyranê emeliyat jî nehatine kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
''Em bangî meqamên eleqedar dikin ku bila zûtirkê vê pirsgirêkê çareser kirin. Mafê jiyan û tenduristiyê ya her mirovî di bin temînata dewletê de ye. Ev rewşa heyî dibe sedema tevgera nelirê, xizmeta nebaş û berpirsiyariya îdareyê. Em wek Komelaya Mafên Mirovan vê yekê dişopînin.''