ANKARA
Endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê (YE) herî zêde ji hêla ciwanên Hekariyê ve tê xwestin. Ciwan beşdarbûna Tirkiyeyê ya YEyê ji bo pêşeroja xwe erênî dibînin.
Li gor daneyên Lijneya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (LÎT) endamtiya Tirkiyeyê ya YEyê di nav ciwanên hemû bajaran de herî zêde ji aliyê ciwanên Hekariyê ve tê xwestin.
Di nav ciwanên seranserê welêt de ji sedî 43,8 wisa bawer dikin ku beşdarbûna Tirkiyeyê ya YEyê dê ji bo wan bi kêr be û ciwanên Hekariyê jî di nav vê rêjeyê de ji sedî 80,3 herî zêde cih digrin û dixwazin ku Tirkiye tevlî YEyê bibe.
Piştî ciwanên Hekariyê di rêza duyemîn de bi rêjeya ji sedî 72,1 ciwanên Maraşê û di rêza sêyemîn de jî bi rêjeya ji sedî 66,9 ciwanên Semsûrê tên.
Di daneyên LÎTê de ji hin bajaran ciwanên ku endamtiyê pir bi kêr nabînin jî hene. Di nav van bajaran de ciwanên Bûrdûrê bi rêjeya ji sedî 24an ve di rêza ewil de, ciwanên Şirnakê ji sedî 24,6an ve di rêza duyemîn de û yên Kilîsê jî ji sedî 26,3an ve dê rêza sêyemîn de cih digrin.
Li gor daneyên LÎTê ji bo beşdarbûna YEyê heke di nav xortan de referandûmek bê kirin, ciwanên Hekariyê bi rêjeya ji sedî 84an ve dibêjin erê, piştgiriyê didin û dîsa di rêza ewil de cih digrin. Maraş di rêza duyemîn de û Semsûr jî di rêza sêyemîn de cih digre. Lê piştgiriya herî kêm jî ciwanên Şirnakê didin. Lewra ji ciwanên Şirnakê bi tenê ji sedî 25,2 diyar dikin ku dê piştgiriyê bidin endamtiya Tirkiyeyê ya ji bo YEyê.