Zarok û ciwanên ji Silopiyê, alaqeyeke mezin nîşanî qursa tenîsê didin.
Li Silopiyê di bin banê Xizmetên Ciwaniyê yên Silopiyê û Midûriya Navçeyê ya Sporê de "Qursa Kort Tenîsê" hat vekirin. 80 jê qîz bi tevahî 175 xwendekaran serî li qursê da.
Mamoste Necmettîn Uce daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku bi destpêka pêvajoya çareseriyê re, herêm aram bû û niha ciwan bêtir bi sporê re alaqader dibin.
Uce got ku bi taybetî keçên me yên ciwan serî li qursên me yên sporê didin û got ku heta niha 175 xwendekar qeydê qursê bûn.
Ji xwendekaran Hazal Bûrakê got ku ew diçe qursa tenîsê û ji erkdarên ku qurs vekirin re sipas kir.