21 Îlon 2016•Rojanekirin: 27 Îlon 2016
ŞANLIURFA
Werzişvana Şaredariya Mezin a Şanliurfayê Suveyla Subaşiya 17 salî di qada tenîsê de hewl dide ku navê Tirkiyeyê bide bihîstin.
Subaşi ev 3 sale di Şampiyoniya Tîma Klubên Rojhilatê de dibe şampiyon.
Werzişvana ciwan dersên tenîsê dide zarokan û hewl dide ku ji hêla aboriyê ve jî alîkariya malbata xwe bike.
Suveyla Subaşi ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku wê 4 sal berê bi saya rahinerê tenîsê Faysal Uyar dest bi tenîsê kiriye û armanca wê ew e ku li Tirkiyeyê û dinyayê bi ser bikeve.
- Serena Williamsê ji xwe re mînak digre
Subaşi got ku ew tenîsvana navdar Serena Williamsê ji xwe re mînak digre û wiha axivî: "Ez dixwazim wek Îpek Soylu, Çagla Buyukakçay bim. Ez ê hewl bidim ku navê Tirkiyeyê bidim bihîstin. Heke li vir derfet baştir bibin werzîşvanên navdar wê derkevin û em ê bigîhîjin cihên baştir. Ez dixwazim ji tîma neteweyî re xizmetê bikim. Bi saya tenîsê ez di lîseya werzîşê de dixwînim û ji bo ku ez bigîhîjim armanca xwe ez ê zêdetir bixebitim. Ez di nav şert û mercên zehmet de mezin bûm. Malbata min li hember ewqas zehmetiyan em dane xwendin. Înşallah serkeftinên xwe ve ez ê jî alîkariya wan bikim."