Orhan Pehlül
12 Tebax 2022•Rojanekirin: 18 Tebax 2022
Tê payîn ku 250 hezar kes bên serdana Çiyayê Nemrûdê yê ku raqima wî 2 hezar û 150 metre ye û di Lîsteya Mîrata Cihanê ya UNESCOyê da ye.
Midûrê Muzeyê Mehmet Alkan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku her diçe eleqeya li ser Çiyayê Nemrûdê yê di navbera şaristaniyên rojhilat û rojava da dimîne, merzelên abîdeyî û peykerên qerase li ser xwe dihewîne, zêdetir dibe.

Alkan got ku hejmara kesên tên ziyaretê jî sal bi sal zêdetir dibe û ew hêvî dikin îsal 2050 hezar kes bên serdana Çiyayê Nemrûdê û wiha domand: "Niha 4 meh e ku mêvan dikarin derkevin serê Çiyayê Nemrdê û serê salê berf zêde bû û loma ew der girtî bû. Lê di nav vî 4 mehî da 130 hezar kes hatine ziyaretê. Em hêvî dikin di vê heyama îsal da ev hejmar derkeve 250 hezar kesî."
Ji ziyaretvanan Rukiye Kaplan û Sakîne Ozdemira ku hatibûn dîtina Çiyayê Nemrûdê gotin ku piştî meşeke bi zor û zehmet gihîştin devera peyker lê ne û ragihandin dema meriv digihêje serê Çiyayê Nemrûdê ji ber dîmenê xweş û dîroka li ser xwe dihewîne retbûn bi mirov ra namîne.

Çiyayê Nemrûdê di sala 1987an da ji bo Lîsteya Mîrata Cîhanî ya UNESCOyê hat qebûlkirin û ew ji Tirkiyeyê sêyemîn berhem e ku di vê lîsteyê de ye.
Mêvanên ku têne herêmê ji bo gihiştina Çiyayê Nemrûdê ji hevrazê qot yê bi qasî 800 metroyî 40 deqîqeyan dimeşin û derdikevin lûtkeyê.
Mazûvanên digihêjin lûtkeyê pêrgî peykerên qerase û tumulusên bi qasî 50 metroyî bilind û bi qasî 150 metro ber yên ji serdema Keyaniya Komacînê tên.
Mêvanên ku ji çar aliyên cîhanê tên di dema hilatin û avabûna rojê da li vêderê dibin şahidê menzereyeke gelekî xweş.