Li Çiyayê Nemrûdê ku di listeya Mîrata Çandî ya Dinyayê ya UNESCOyê de ye, serdema turîzmê vebû.
Rêyên Çiyayê Nemrûdê ku bilindiya wî 2 hezar û 206 metre ye vebûn. Çiyayê Nemrûdê di dinyayê de wek "cihê ku lê herî xweş hilat û avabûna rojê tê temaşekirin tê nasîn." Herwiha gora Qralê Kommageneyê Antîokûs jî li vir e.
Mukeet Alamê ku ji Bangladeşê hat herêmê daxuyanî da rojnamegeran û got ku ew li hemberî dîmenên xweşik ên ku dîtin şaş û metel man.
Alam got ku ew digel xanim û qîza xwe ya 7 salî hilkişiya çiyê û wiha got: "Ev cara ewil e ku em tên herêmê; lê belê ev ê cara dawîn nebe. Niha berf heye, dîmen gelekî xweş û balkêş in. Lê em dixwazin havînê jî rojek werin û li vir bimînin. Em dixwazin rojê li vir temaşe bikin ku çawa hiltê û diçe ava."
Operatorê makîneya rêvekirinê Ahmet Çîçek jî got ku ew nêzî mehek e ku ji bo rêya çiyê vebikin dixebitin.