Di daxuyaniya HDPyê de hat îdiakirin ku dema rakirina peykerê li goristana Liceyê, gule berdan li ser welatiyan.
Hat ragihandin ku di bûyerê de Mehdîn Taşkin mir û hin kes birîndar bûn. Li gor rapora otopsiyê hat îdia kirin ku Taşkin bi guleyek ku li serî ket mir. Daxuyanî wiha berdewam kir:
"Bi daxuyaniyên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bûyerek ku bi rêya diyalogê bê çareserkirin pir mezin bû û di encamê de êrîşa leşkerî hat kirin. Bi rakirina peyker, êrîşa li ser goristanê, tehrîbkirina goran em serwext bûn ku ji bo birokrasiyê çareserî û mizakere çi îfade dikin."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Ji bo di encama mizakereyan de aştî pêk bê û pirsgirêk çareser bibin, divê hemû alî ji hev du re rêz bigrin." Hat destnîşan kirin ku mirov encax bi rêya rêzgirtin û xweşbîniyê digihîje encamekê."
Di daxuyaniyê de cih dan van îfadeyan: "Em vê êrîşa ku li ser gel hat kirin şermezar dikin. Divê derbarê erkdarên leşkeriyê yên ku ev fermana dan de lêpirsîn bê destpêkirin. Dadgeha ku di rojekê de biryara rakirina peykerê da, em li bendê ne ku ji bo êrîşên ku di encamê de kesek mir jî biryara lêpirsînê bigre. Divê daraz xizmeta aştiyê bike."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di pêvajoya demokratîkbûn, çareserî, aştî û mizakereyan de pêk hatina bûyerên bi vî şiklî manîdar e.
HDPê fikrên xwe wiha domand: "Divê desthilatdariya AKPyê destûrê nede ku bûyerên wiha pêk bên û bingeha bûyerên wiha çêneke. Ji bo mizakere di qadeke adil û bi rûmet de bên kirin û bigihîjin encamekî divê bi lez û bez gav bên avêtin."