Di daxuyaniya ku di malpera Serokatiya Sererkaniyê de hat weşandin hat bibîrxistin ku peykera endamê rêxistinê ya li Yolçatiya gundê Lîceyê bi operasyonek hat rakirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yekîneyên ku beşdarî operasyonê bûn, di 19ê tebaxê di saet 0945an de vegeriyan herêmê baregahê û wiha axivî: "Dema ku yekîne diçûn cihê ku goristan wir e û rakirina peykerê de, komeke ku ji 200-250 kesî pêk tê ya ku di nav wan de endamên rêxistina PKKê ya terorê jî hebûn, bi roketavêj, tifengên peyadeyan û teqemeniyên bi dest tên çêkirin êrîş kirin, xebatkarên me jî demildest bersiva wan da."
Di daxuyaniyêde hat ragihandin di wesayîtên yekîneyên ku vegeriyan herêma baregahê lêkolîn hat kirin û hat tespîtkirine ku gelek guleyan îsabetî wesayîtan kiriye û daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Di bicîhanîna van faliyetan de endamên rêxistinê gule barandin li ser firokeya ku ewlehiya yekîneyan pêk dianî. Piştî ku firokeyên teerrûzê bersiva gulebaranê kir, gulebaran hat birîn. Hat tespîtkirin ku 6 guleyan îsabetî 2 firokeyên di nav firokeyên teerrûzê kirine."
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku komeke piştevanên rêxistina terorê ji bo rakirina peykerê protesto bikin, li herêma Serenkoya Haniyê ya rêbeja Lîce û Haniyê rê birîn û 3 wesayîtên ku ji rê re derbas dibin, şewitandin.