Dadgeha Cezayê ya Giran a 5emîn a Diyarbekirê serlêdana parlementerên girtî nirxand û daxwaza wan a berdanê red kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo parlementerê CHPyê Mustafa Balbay biryarek da û Dadgeha Cezayê ya Giran a 13emîn a Îstanbûlê jî li ser vê biryarê Balbay serbest berdabû. Piştî vê biryarê parêzerên parlementeran ji bo serbestmayîna Îbrahîm Ayhan û Gulser Yildirimê serî li dadgehê da û dozgeriyê li ser dosyayên wan lêkolîn kir.
Dadgehê jî mutaleya dozgeriyê ya serbestberdanê nirxand û daxwaza berdana Îbrahîm Ayhan û Gulser Yildirimê red kir.
Ji bilî van, Dadgeha Cezayê ya Giran a 6emîn a Diyarbekirê serlêdanên berdanê yên Parlementerê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş, Parlementera Şirnexê ya BDPê Selma Irmak û Parlementerê Şirnexê yê BDPê Faysal Sariyildiz nirxand. Dozger di mutaleya xwe de xwest ku daxwaza berdana her sê parlementeran bê redkirin û wiha dewam kir: "Biryara Dadgeha Bingehîn a der barê Balbay de tenê ji bo Balbay derbas dibe."
Dadgeh piştî ku mutale û daxwaza serbestmayînê ya parêzeran binirxîne dê biryarê bide.