Li Cizreyê ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî 20 hezar îmze hatin berhevkirin û ev îmze teslîmê Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê kirin.
Kurdî-Dera Şaxa Cizîrê, Rêxistina Navçeya Cizirê ya BDPyê, Platforma Şaxên KESKê, MA-PER û Endamên Platforma Emekê ji bo perwerdeya zimanê zikmakî kampanyayek li dar xistin û 20 hezar îmze berhev kirin. Îmze û dîlekçeyên ku hatine berhevkirin ji bo ku bişînin Wezareta Perwerdeya Neteweyî teslîmê Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeyê Hakan Kûçûkoglu kirin.