İSTANBUL
Komeke ji 40 kesî pêk dihat li ber Lîseya Galatasarayê pankartên li ser "Însiyatifa Dayikên Aştiyê" nivîsî vekirin û dirûşmeyên bi kurdî avêtin. Berdevkê Însiyatifa Dayikên Aştiyê Cemîle Akgul li ser navê komê daxuyanî da. Akgul diyar kir ku aştî hewceyê samîmiyetê ye û di vê berdewambûna pêvajoyê de helwesta hikûmetê ya "antîdemokratîk" fikara dixe dilê mirov. Akgul got ku ev 30 sal in herî zêde dilê dayikan şewitî. Em dixwazin ku ev pêl bi awayekî erênî bidome û uslûbeke neyînî ya ku dayikên aştiyê biêşîne neyê bikaranîn. Ji bo ku em bikarin têkoşîneke hevpar bimeşînin em dîsa banga xwe nû dikin ku divê hikûmet, rewşenbîr û dayikên tirk ji bo pêvajoyê amade bikin.
Komê piştî daxuyaniyê dirûşme avêt û bê teşqele belav bû.