ANKARA
Wezîrê Karên Hundir Muammer Guler bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got: "Kî pêvajoyê bixitimîne dê berpirsiyar ew be."
Wezîrê Karên Hundur Muammer Guler pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin. Wezîr Guler li ser pirsa "Salek e ku esker şehît nakevin, ji bo pêvajojê çi xebat hatine kirin?" wiha got: "Pêvajoya çareseriyê, projeya xwedîlêderketina biratiya hezar salî ya gelên vê axê ne û berdewamkirina vê biratiyê ye. Her wiha ev proje, projeya îradeya ku gel dixwaze bi hev re bijî ye."
Guler wiha axivî: "Hin kes dibe ku ji vê pêvajoyê aciz bin û nexwazin ku pêvajo wiha dewam bike. Dibe ku hin kes bixwazin qezencên xwe yên qirêj yên di dema şer de bidomînin. Ew tehdîtên ku li herêmê ji bo xebatên dewletê tên kirin, wê hemû biqedin. Ev tehdît hemû wê di vê pêvajoyê de biqedin û divê ku biqedin jî. Yên ku ji vê pêvajoyê re astengiyê derxin wê bikevine bin webala vî karî. Em dixwazin ku vê pêvajoyê bidomînin. Lê yên ku astengiyê derxin hem li hemberî gelên herêmê, hem li hemberî piştgiriyên xwe berpirsiyar in."