Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş bi nûnerên balyoziyên welatên endamê YEyê re hat bal hev.
HDPyê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku Demirtaş di bin mazûvantiya Balyozxaneya Ankarayê ya Letonyaya Serokê Heyamê yê YEyê de bi nûnerên balyoziyên 27 welatên endamên YEyê re di firavînê de hat bal hev.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku 19 welat bi balyozên xwe beşdarê xwarinê bûn û hat ragihandin ku di xwarinê de li ser mijarên "Pêvajoya endamtiya YEyê ya Tirkiyeyê, demokratîkbûn, hilbijartin, Pêvajoya Çareseriyê, geşedanên ku li herêmê diqewimin û bi taybetî Kobanê û Sûriye, nijadperestiya ku li Ewropayê zêde dibe, xetereya îslamofobiyê û tehdîdên ku rêxistinên wek DÎŞIyê radîkal derdixînin holê" sekinîn.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku Parlementerê HDPyê yê Mersînê Ertugrul Kurkçu jî beşdarî xwarinê bû.