Utku Şimşek
03 Adar 2025•Rojanekirin: 05 Adar 2025
Dengdayîna "Wêneyên Salê" ya Ajansa Anadoluyê (AA) encam da.
Wêneyên ku ji hêla edîtorên wêneyan ên AAyê ji nav zêdetirî milyonekî wêneyên li Tirkiyeyê û cihên cuda yên dinyayê hatine kişandin hatin neqandin, bi jêrnivîsa Tirkî û Îngilizî li ser asta dinyayê ji bo dengdayînê hatin pêşkêşkirin.
Milyonek û 543 hezar û 367 kes beşdarî dengdayîna "Wêneyên Salê" bûn ku wêneyên nûçegihanên wêneyan yên AAyê yên ji kategoriyên "Nûçe", "Werziş", "Jîna Siruştî û Hawirdor", "Jiyana Rojane" û "Sûriyeya Azad" tê da cih girtin.

Di kategoriya "Sûriyeya Azad" da 21 wêne hatin pêşkêşkirin ku der barê qewimînên li Sûriyeyê yên piştî rûxîna rejima Beas da ne. Di vê kategoriyê da wêneya Orhan Fatih Dogan a "Vegera bi Paş da" 11 hezar û 344 deng wergirt û bû yekem.
Ji kategoriya "Jiyana Rojane" wêneya Îsmaîl Aslandag a "Şilûşo" 234 hezar û 238 deng wergirt û bû wêneya ku herî zêde hat tercihkirin.
Ji kategoriya "Werziş"ê wêneya Oguz Yeter a "Kêfxweşiyê golê", ji kategoriya "Jîna Siruştî û Hawirdor"ê wêneya Îsmaîl Kaplan a "Yek rêz" û ji kategoriya "Nûçe"yê jî wêneya Muhammed Selim Korkutata ya "ÎHA di hilhatina rojê da" bûn yekem.
Encamên dengdayînê bi Tirkî û Îngilizî li ser navnîşana "yilinkareleri.aa.com.tr" hatin weşandin.