ANKARA
Fîdel Okanê parêzerê Prof. Dr. Huseyîn Hatemî, Kezban Hatemî, Elîf Çakir û Sevîlay Yukselîrê da zanîn ku der barê daxuyaniyên sûcê yên ku Fethûllah Gulen der barê muwekkilên wî de kiribûn, ji ber "sûcê êxtiyê" dê giliyê sûcê bikin.
Okan daxuyaniyeke nivîskî da û da zanîn ku Fethûllah Gulen û cemeata wî der barê muwekkilên wî Yukselîr, Prof. Dr. Hatemî, Hatemî û Çakir da propagandaya rûreşkirinê û operasyonên bizdandinê dike û di van demên dawîn de ev yek zêde bûye. Ji ber vê yekê hewce dîtin ku daxuyaniyê bidin.
Okan der barê dozên ku Gulen li ser muwekilên wî vekirine û giliyên wî yên sûcê de agahî da û bal kişand dema ku mafê mirovan binpê bibe mafê wan heye ku serî li rêyên hiqûqî bidin.
Parêzer Okan got ku hemû giliyên ku ji aliyê Gulen ve hatin kirin ji bikaranîna mafekî wêdetir bi hinceta ku kesên din bixe bin tehdeyê tê kirin. Okan da zanîn ku der barê sûcên ku dizane nehatine kirin de gilî û îxbarê meqamên rayder kiriye û bûye sedem ku muwekkilê wî mexdur bibin, ji ber vê yekê dê der barê Gulen de ji sûcê êxtiyê dê gilîdar bin.