01 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
ÎSTANBUL
Ji ber doza qaçaxçîtiya biorganîze di Petrol Ofîsî de ku karsaz Aydin Dogan û Ersin Ozince jî di nav de 47 kes têne mehkemekirin, der barê Dogan de biryara bizoranîna rûniştineke din hat derxistin.
Rûniştina ku li 1emîn Mehkemeya Cezayên Giran a Stenbolê birêve diçe Hanzade Vasfiye Dogan Boyner, Yahya Uzdiyen û Alî Îhsan Karacan jî di nav de bi beşdariya 12 gumanbarên serbest û parêzerên wan berdewam kir.
Piştî parastin û daxwazan heyeta mehkemeyê biryara xwe diyar kir û hukmê bizoranîna Aydin Dogan ji bo rûniştineke din derxistin.