01 Adar 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (HÇK) bi herekata ji hewayê va li 16 hedefên ku li Qendîl û Avaşîn-Basyana herêmên li bakurê Iraqê hatin tebîtkirin xist.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da der barê herekata ji hewayê ya ku di navbera saet 19.33-20.28an da birin ser Qendîl û Avaşîn-Basyana herêmên li bakurê Iraqê da agahî hatin dayîn.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku teyareyên HÇKê li ser îstixbaratê operasyon birin ser herêman û di operasyonê da 16 hedefên ku ji sitargeh, şikeft û parastgehan pêk tên îmhe kirin.