19 Mijdar 2015•Rojanekirin: 20 Mijdar 2015
DIYARBAKIR (AA) - Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der heqê Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê de lêpirsîn da destpêkirin.
Hat ragihandin ku Yuksekdag di 13ê sermawezê de bi hin parlementerên HDPyê yên pê re çû Sîlwanê. Bi hinceta "operasyonên ku berdewam dikin biewle nîne" destûr nehat dayîn ku Yuksekdag bikeve 3 taxên ku wir qedexeya derketina derve heye. Hat ragihandin bi îdiaya ku Yuksekdagê li ser vê yekê heqaretî hêzên ewlehiyê kiriye lêpirsînê dane destpêkirin.
Heke serdozgerî bigihêje qeneata ku hêmanên sûca ku dixin sitûyê Yuksekdagê çêbûne, dê li gor madeya 83yemîn a Destûra Bingehîn bixwaze ku "Destnedayîniya wê bê rakirin."
Fezlekeya ku dê bê amadekirin ji bo ku pêşkêşî Serokatiya TBMMyê bikin dê ji Wezareta Edaletê re bê şandin.