18 Mijdar 2015•Rojanekirin: 20 Mijdar 2015
BEXDA
Hat ragihandin ku par ji meha hezîranê ya ku rêxistina terorê DAEŞê Mûsil zeft kir û heta îro hezar û 800 êzdî hatin kuştin.
Parlamentera Meclisa Iraqê Viyan Dexîlê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ji hezîrana sala 2014an vir ve 5 hezar û 830 êzdî winda bûn û wiha axivî: "Ji wan kesan herî kêm hezar û 800 kes mirin. Heta niha 2 hezar êzdî ji Mûsilê an bi fidyeyê, an jî bi rêyeke din ji destê DAEŞê xilas bûn. Li Şingala ku ji destê DAEŞê hat xilaskirin jî lêkolîn hatin kirin. Heta îro 9 gorên komî hatin dîtin. Lê bi ya min hin gorên komî yên din jî wê bên dîtin."
Pêşmergeyan û hêzên koalîsyonê di 13ê mijdarê de bi hev re operasyonek li dar xistin û Şingala navçeya Mûsilê ji destê DAEŞê xilas kirin. Şingal ji 3ê tebaxa 2014an de ketibû destê DAEŞê. Li Şingalê piranî kurdên êzdî dijîn.