ANKARA
Şirketên belavkirina sotemeniyê di bihayê motorînê da 7-8 quriş erzanî kirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê kom kir, li Enqereyê lîtreya motorînê ji 3,74 lîreyî daket 3,66-3,67 lîreyî. Li Stenbol û Îzmirê ji 3,67 lîreyî daket 3,59-3,60 lîreyî.
Bihayê motorînê li gor şirketên belavkirinê, reqabet, piyaseya serbest û li gor bajaran diguhere.