ADIYAMAN
3 çiyagerên ku endamên Kûluba Çiyagerî û Gelî ya Semsûrê ne şeva xwe li Çiyayê Nemrûdê ku bilindahiya wê 2 hezar û 206 metre ye derbas kirin.
Nûnerê Bajêr ê Federasyona Çiyageriyê Mehmet Alî Yilmaz, Serokê Kûluba Çiyagerî û Gelî ya Semsûrê Mehmet Kuçukkelepçe û endamê kûlibê Hasan Aslan derketin Çiyayê Nemrûdê.
Hersê çiyager derketin serê çiya, berf û pûkê rêya vegerî girt, wan jî li serê çiyayê ku peykerên qirase li serê ne kon vegirt û şeva xwe li wê derê derbas kirin. Serê sibehê bi zeraqa tavê ve hersê çiyager ji çiya hatin xwarê û daxuyanî dan rojnamegeran.
Ji çiyageran Kuçukkelepçe diyar kir, ji bîranînên wî yên herî xweş yek jî ew dem e ku li serê Çiyayê Nemrûdê derbas kiriye.