08 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2015
ANKARA
Di bin tabloya "Mona Lîsa" ya Leonardo da Vîncî da 2 nîgarên din hatin dîtin.
Li gor nûçeya BBCyê Pascal Cotteyê fransî yê ku endezyarê optîkê ye destnîşan kir ku 10 sal e bi rêbaza roniya reflektîf li ser Mona Lîsayê lêkolîn dike û wiha got: "Di bin tebeqeya boyaxên tabloyê da portreyek û hin xêzên din derketin."
Cotteyê ji damezrênerê Teknolojiya Lumîereyê wiha got: "Di potreya di bin Mona Lîsayê da jinikeke rûniştî heye û li kêlekê dinihêre. Jinika di tabloyê da nabişire. Teqez jinikeke din e."