08 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2015
LONDRA
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir piraniya çekên ku di cebilxaneya DAEŞa rêxistina terorê de cih digirin malê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Rûsya û dewletên Sovyeta berê ne. Rêxistina Efûyê destnîşan kir ku DAEŞê dema cebilxaneyên artêşa Iraqê talan kir dest da ser wan çekan û ji wê şûn ve wek malê xwe bi kar anî.
Rêxistina Efûyê raporeke bi sernava "Kirîna Stokê: Çekdarîbûna DAEŞê" weşand û tê de got: "Kontrolên bêpergal ên li herêmê û pergala qels a bi salane dewam dike li Iraqê dibe sedema bi hêsanî peydakirina çekan. Ev kêmasî jî ji bo peydakirina çekan rê li wê koma çekdar a ji xwe re dibêje Dewleta Îslamê (DAEŞ) vekir û ew bûn xwediyê cebilxaneyên ku rê li ber binpêkirina mafên mirovan vedike û dibe sedemên sûckirinê."
"Xizmetên Lêkolînên Çekdarîbûnê (ARES)" a ku di qada cebilxaneyên eskerî û çekan de xebatên wê yên serbixwe hene bi Rêxistina Efûyê re xebitî û di amadekirina raporê de piştgirî da. Di rapora ku herdu saziyan bi şirîkatî amade kir de hat gotin ku gelek çekên ku DAEŞ niha bi kar tîne bi talankirina cebilxaneyên artêşa Iraqê ve ketiye destê wan û piraniya wan çekan jî DYA û Rûsya di serî de malên Almanya, Fransa, Îngiltere û Çînê ne.
Di raporê de hat gotin ku di nav çek û cebilxaneyên DAEŞ bi kar tîne de herî kêm malê 25 welatan heye û piraniya wan jî ji talankirina cebilxaneya artêşa Iraqê ketiye destê wan.