DIYARBAKIR
Li Baglara Diyarbekirê di çenteyê kesekî da bombe hatin qefaltin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê, li ser îxbarê tîmên polêsan do êvarê di seet 19.25an da li Bulvara Turgut Ozal A.B.yê ku pê ra çenteyê piştê hebû dan sekinandin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di lêgerînê da di çenteyê A.B. da 3 bombe hatin qefaltin.
Hat diyarkirin ku A.B. birin Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê a Midûriyeta Ewlehiyê û der heqê gumanbar da lêpirsîn dan destpêkirin.