HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ligel Prensê Emareta Abû Dabiyê û Alîkarê Serfermandarê Hêzên Çekdar ên Emaretên Yekbûyî yên Ereban (EYE) Mihemed Bîn Zayîd el-Nahyan hat bal hev.
Di daxuyaniya nivîskî ya li ser malpera fermî ya înternetê ya Serokatiya HKIyê de hat destnîşankirin di hevdîtina Barzanî ya li Abû Dabiyê ya ligel Nahyan de li ser pêwendiyên dualî, geşedanên siyasî yên li herêmê, êrîşên DAEŞê û rewşa penaberên li Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di seredanê de Serokê Diwana Serokatiya HKIyê Fûad Huseyîn, Misteşarê Ajansa Ewlekariyê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Îmar û Plansaziyê Elî Sindî û Wezîrê Ceyranê Selahetîn Babekr beşdariya Barzanî kirin.