Durmuş Genç
03 Hezîran 2025•Rojanekirin: 03 Hezîran 2025
Waliyê Muglayê Îdrîs Akbiyik ragihand di erdheja ku bi mezinahiya 5.8an ya ku di saet 02.17an da li Behra Spî çêbû, bandor li ser 69 welatiyan kir û ciwanekî 14 salî yê ku qeyrana panîkê derbas kir jî mir.
Walî Akbiyik ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku erdhejeke bi mezinahiya 5.8an a ku navenda wê Behra Spî ye çêbû.
Akbiyik destnîşan kir ku erdhej 10.43 kîlomêtro dûrî navçeya Marmarîsê û 67.91 kîlomêtro di bin erdê da çêbû.
Walî Akbiyik diyar kir ku piştî erdhejê ekîban li qadê dest bi xebatan kirine û wiha got: "Heta niha erdhêjê bandor li ser 69 welatiyên me kir. Bi tevahî 55 welatiyan serî li nexweşxaneyan dane ku ji wan 10 kes bi ambulansê û 45 kes jî li ser piyan ji derva hatine nexweşxaneyê. 14 welatiyên me qebûl nekirine ku wan bibin nexweşxaneyê û li cihê bûyerê hatine dermankirin. Nexweşek jî li nexweşxaneyê hat razandin. Miayene û dermankirina 46 nexweşan li serwîsa acil dewam dike. 8 nexweş hatin taburcîkirin. Ewladekî me yê 14 salî yê ku di erdheja navçeya Fethiyeyê da qeyrana panîkê derbas kiriye û ew anîne nexweşxaneyê jî li hemberî hemû hewldanan ji mirinê nefilitî."
Akbiyik anî ziman ku piştî erdhejê li bajêr di binesaziya vejen, xaza siruştî, ava vexwarinê û kanalîzasyonê da rewşeke neyînî ya ku bandorê li ser jiyanê bike çênebû.
Walî Akbiyik got li tevahiya bajêr tu avahî hilneweşiya û li qadê xebat dewam dikin.