İbrahim Atmaca
02 Mijdar 2020•Rojanekirin: 02 Mijdar 2020
Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) ya Wezareta Karên Navxweyî eşkere kir ku di erdheja Îzmirê da jimara kesên ku wefat kirin derket 85an.
Li gor daxuyaniya ku ji AFADê hate dayîn, roja înê li peravên Seferîhîsarê bi lerza 6,6ê erd hejiya û piştî vê erdhejê lerza wan ji 4ê zêdetir 43 erdhej, bi tevahî 1225 erdhejên piçûk çêbûn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Li gor agahiya ku ji Navenda Kordînasyona Afat û Tenduristiyê (SAKOM) hat hildan, 85 welatiyên me wefat kirine. Ji 994 welatiyên me yên ku birîndar bûne jê 774 piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derketine, tedawiya 220 welatiyên me dewam dike. Li Îzmirê hê di binê 8 avahiyan da xebatên lêgerîn û xelaskirinê tên kirin."