Hamdi Çelikbaş
01 Adar 2023•Rojanekirin: 01 Adar 2023
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) ragihand ku di erdhejên 6ê Sibatê li Meraşê çêbûn da 45 hezar û 89 kes mirin.
Di daxuyaniya AFADê da hat gotin piştî erdhejên Meraşê 11 hezar û 20 paşhêj çêbûn.
Ji ber erdhejan li bajarê Meraş, Enteb, Riha, Diyarbekir, Edene, Adiyeman, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Elezîzê 45 hezar û 89 kesî wefat kir.
Heta niha milyonek û 971 hezar û 589 mexdûrên erdhejê ku ji cî û warê xwe bûn û çûn bajarên din û li wê derê serî li qaymeqamtî û walîtiyê dan û qeydên xwe çêkirin.
Li herêmên erdhejê ekîbên AFAD, PAK, JAK, JOAK, DÎSAK, Ewlekariya Qeraxan, DAK, Guven, Îtfaiye, texlîsiye, MEB, STK û her wiha ekîbên navneteweyî dixebitin.
Ji AFAD, ewlekerî, cendirme û saziyên din û xwebexşan 243 hezar û 636 kes li herêmê ne û xebatên xwe didomînin.