Emrah Gökmen
01 Adar 2023•Rojanekirin: 01 Adar 2023
Li Stenbolê berşikê hat tesbîtkirin rêveberê payebilind ê rêxistina terorê DEAŞê ye di operasyonê da hat girtin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê, di çarçoveya agahiyên ji hêla MÎTê hatin dayîn da hat tesbîtkirin, M.M.Byê kodnav "Ebû Huzeyfe" yê di navbera salên 2014-2018an da li Til Ebyad, Minbic û Reqayê qaşo qazîtiya DEAŞê kiriye û her wiha di nava rêxistinê da peywirên payebilind cîbicî kirine, li Stenbolê ye.
Berşik M.M.B. bi operasyonê hat qefaltin û piştî miemeleyên li ewlekariyê bo edliyeyê hat sewqkirin. Berşik li vir hat tewqûfkirin.