Ahmet Sertan Usul
20 Sibat 2023•Rojanekirin: 20 Sibat 2023
ANKARA (AA) - Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê (AFAD) ragihand ku ji ber erdhejên navend Meraş e 41 hezar û 20 kes mirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya AFADê da hat diyarkirin piştî erdhejên ku navend Bazarcix û Elbistana navçeyên Meraşê ne, 6 hezar û 212 paşhej çêbûn.
Hat diyarkirin li Meraş, Gazîentab, Şanliurfa, Diyarbekir, Edene, Adiyeman, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Elezîzê tevahî 41 hezar û 20 kes mirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin li herêmê 19 hezar û 436 xebatkarên lêgerîn û xelaskirinê yên AFAD, PAK, JAK, JOAK DİSAK, DAK, MEB, TSK, Ewlehiya Qeraxê, agirkuj, saziyên civakî yên sivîl û navneteweyî hê jî wezîfedar in.
Hat gotin li herêmê 216 hezar û 166 kon hatin avakirin