İbrahim Toprak
20 Sibat 2023•Rojanekirin: 24 Sibat 2023
Li Batmanê zarokan ji bo malbatên ku tesîra erdhejên navend Meraş e li ser jiyana wan kiriye alîkarî berhev kir.
Ji roja erdhejê vir va li Batmanê xebatên alîkariyê dewam dikin.
Belînay Kayaya 12 salî ya ku bavê wê di ekîba Xelaskirin û Lêgerînê ya ANDAyê da wezîfedar e ji nûçegihanê AAyê ra got roja erdhejê ew ji ber tirsa erdhejê ji mala xwe derketine der va.
Kayayê got bavê wê ewil çûye Diyarbekirê û paşê jî çûye Gazîentabê ku alîkariyê bide xebatan, ew jî ji bo erdhejzedeyan gelekî xemgîn bûye.
Kayayê got wan biryar daye ku ew alîkariya erdhejzedeyan bikin û wiha axivî: "Diya min toqe çêkirin û got "wan bifroşin pereyan jî bidin bavê xwe ku ew bide erdhejzedeyan". Me jî li ber derî firot, 1000 lire qezenc kir û emê niha ji wan ra bişînin."
Elîzan Kayraya 5 salî jî got ew ji ber erdhejzedeyan xemgîn e û wiha axivî: "Diya min got ewê ji erdhejzedeyan ra eşyayan bişîne. Min jî cuzdanê xwe yê ku ez gelekî jê hez dikim, montê xwe, taca xwe û solên xwe ji wan ra şand. Ji ber ku ez xwendin û nivîsandinê nizanim min ji diya xwe ra got û wê jî wiha nivîsî "Ez eşyayên xwe yên ku ez gelekî hez dikim ji we ra dişînim. Hûn jî xwîşk û birayên me ne. Hûn dikarin werin mala me. Em ji we hez dikin."
Muhammed Yusuf Toprakê 5 salî jî pêlîstokên xwe yên gelekî jê hez dike ji erdhejzedeyan ra şand û wiha axivî: "Min ji bo zarokên erdhejzede pêlîstok anîn. Bila xemgîn nebin. Mala wan hilweşiya ye, bila pê şa bibin."