WAN
Bi navê projeya "Em Binê Gola Wanê Keşf Bikin" noqar di nav 3 mehan de 75 caran noqî avê bûn. Piştî vê di bin Gola Wanê de gelek berhemên dîrokî hatin dîtin.
Qaymeqamtiya Edremîtê ji bo ku di binê golê de lêkolînan bike û tiştên dîrokî derxe holê bi navê "Em Binê Gola Wanê Keşf Bikin" projeyek amade kir. Qaymeqamtiyê proje pêşkeşî Ajansa Pêşveçûnê ya Rojhilata Anadoluyê (DAKA) kir.
Piştî ku proje hat qebûlkirin bi serkêşiya Emîn Telliyê tîma noqaran di nav 3 mehan de 75 caran noqî avê bûn û di bin Gola Wanê de gelek berhemên dîrokî dîtin.
Di bin avê de gor, hestî, Qur'an, cêr, mircan û tiştên din ên dîrokî hatn dîtin. Noqaran wêne û dîmenên van tiştan kişandin.
Kordînatorê Projeyê Emîn Tellî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku bi salane ji ber ku li herêmê şer hebû danasîna Wan û Gola Wanê pêş ve neçû. Tellî got ku bi vê projeyê ve ew hewl didin ku alîkariyê bidin nasandina bajêr.