ATLANTA
Li bajarê Atlantaya Amerîkayê hin çalakvan li ber avahiya televizyona CNN Înternatîonalê civiyan.
Çalakvanan weşanên CNNê ya der barê çalakiyên Fergusonê de protesto kirin.
Li eyaleta Mîssîouriê xortekî reşik ê bi navê Mîcheal Brown (18) ji aliyê polêsekî ve hatibû kuştin û dadgehê biryar dabû ku polês neyê darizandin. Li ser vê li welêt çalakiyan dest pê kiribû.
Hin çalakvanan polîtîkaya weşanên televizyona CNNê ya ji bo çalakiyên Fergusonê protesto kirin.