AGIRÎ
Li Agiriyê germahiya hewayê di bin sifirê de dadikeve 29 dereceyî, lê gundî di hewzên ku li ser wan vekiriye de kêfa germavê dikin.
Welatî difikirin ku germav bi şifa ne û ji ber vê jî her çiqas hewa sar be jî diçin germavên li navçeya Diyadînê.
Welatî roja xwe li ser germavan derbas dikin, him germ dibin û him jî şifayê dibînin.
Ji gundiyan Abdulbahrî Polat (60) got ku di demsala zivistanê de ketina germavê pir xweş e û ava germ jî bi şifa ye.
Polat got ku germahiya hewayê hin caran di bin sifirê de dadikeve binê 30 dereceyî û wiha axivî:
"Hewa sar be jî em tên germavan kêfa ava germ derdixin. Di rojên sar de ketina ava germ xweş e. Ji herêmê û welêt gelek kes tên germavê. Germav ji bo gelek nexweşiyan şifa ye. Bi taybetî jî kesên ku bayî ne an di pansiyonan de an jî di konên ku vegirtine de her roj sibê heta êvarê dikevin germavê."